Alên Sîmonyan bala Lûîs Grasya kişandîye ser mijara dîlên şêr yên li Adirbêcanê

24 ê mijdarê, serokê parlamênta Komara Ermenîstanê Alên Sîmonyan, rastî nûnerê taybet yê parlamênta Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê yê ji bo Başûrê Kafkasîyayê, Lûîs Grasya hatîye.Cîgirê serokê parlamênta Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê rêformên dêmokratîk yên ku li Ermenîstanê têne pêkanîn bi erênî nirxandîye û destnîşan kirîye ku ew ê piştgirîyê bidin vê pêvajoyê.Derheqa wê yekêda ji parlamêntê ragîhandine.
Balkêşîya nîqaşên hevpeyaman li ser mijarên têkildarîya hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê û her weha pêvajoya normalîzasîyakirina têkilîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê û pêşketinên herêmî bûye.
Alên Sîmonyan bala Lûîs Grasya kişandîye ser mijara dîlên şêr, girtîyên bi neqanûnî hatine girtin û kesên windabûyî li Adirbaycanê.







