H’emû nûçeSereke

Hukumet îhtîmala heyîna balafirgehan li hejmareke bajaran lêkolîn dike

Pêşxistina firîna biçûk di nav planên hukumeta Ermenîstanê de ye. Li gorî “Armenpress” ê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ev yek di dema rûniştina pirs û bersivan ya hukumetê de, bi îşaret bi pirsa parlamêntvan Davîd Danîêlyan ya li ser îhtîmala heyîna balafirgehan li Gorîsê û Sîsîanê gotîye.

Paşînyan gotîye: “Pêşxistina avyasîya biçûk di bernameyên me de ye. Em lêkolîn dikin ka li Şînûhayrê, Sîsîyanê, Stêpanavanê, Gavarê, Berdê çi derfet hene. Em ê bê guman wî alî de bixebitin, ew di qonaxa lêkolînê de ne. Em hewl didin ku veberhênerên taybet jî bikişînin”.

Derbarê balafirgeha Kapanê de, serokwezîr gotîye ku balafir ji bo mûayeneya têknîkî ya birêkûpêk derbaz dibe.

Paşînyan gotîye:”Niha, ew dixebitin da ku berî temamkirina mûayeneya têknîkî balafireke din bê anîn û firînan berdewam bikin. Pirsgirêk tune ne, pirsgirêk têknîkî ye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button