Format hîn ne dîyar e, lê ez ê bi îhtîmaleke mezin beşdarî hilbijartinan bibim: Robêrt Koçaryan

Serokkomarê duyemîn yê Ermenîstanê, Robêrt Koçaryan, ragîhandîye ku ew ê bi îhtîmaleke mezin di hilbijartinên parlamêntîyê yên sala 2026 a bibe namzet.
Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokkomarê duyemîn yê Ermenîstanê ev daxuyanîya di civîna bi alîgirên xwe re daye û bersiva daxuyanîya serokê tevgera “Baskên yekîtîyê” Arman Tatoyan daye ku gotibû divê serokkomarên berê yên Ermenîstanê ragihînin ku ew ê beşdarî hilbijartinên parlamntîyê yên ku sala 2026 a bên lidarxistin nebin, da ku desthilatdarên heyî têk bibin.
Robêrt Koçaryan gotîye: “Me hîn biryara dawî li ser formatê nedaye, lê ez ê bi îhtîmaleke mezin beşdarî hilbijartinan bibim”.
Serokê duyemyî yê Ermenîstanê daxuyanîya Tatoyan ya ku dibêje serokên berê yên Ermenîstanê divê ragihînin ku ew ê beşdarî hilbijartinan nebin, bêwate bi nav kirîye. Li gorî wî, bi vî awayî Arman Tatoyan bawer dike ku kongrêya neteweyî ya Ermenîstanê û Partîya Komarî ya Ermenîstanê divê qet beşdarî hilbijartinan nebin, ji ber ku serokê kongrêya neteweyî ya Ermenîstanê serokê yekem Lêvon Têr-Pêtrosyan e û serokê Partîya Komarî ya Ermenîstanê serokê duyem Serj Sargsyan e. Li gorî Robêrt Koçaryan, her çend serokên partîyan di lîsteyê de nebin jî, lê partîyên wan beşdarî hilbijartinan bibin jî, ev tê vê wateyê ku serok jî beşdar dibin.







