H’emû nûçeSereke

Zêdebûna aborî wê ji 6 selefî kêmtir nîbe: serokwezîr

Îndeksa çalakîya aborî ya mehên çile-mijdarê li gorî heman serdema sala borî bi 8,3 selefî zêde bûye.

Qebareya hilberîna pîşesazîyê bi 3,9 selefî kêm bûye,

Qebareya avakirinê bi 18  selefî zêde bûye.

Dahata bazirganîyê bi 2,1 selefî zêde bûye.

Qebareya xizmetguzarîyê bi 2,2 selefî zêde bûye.

Bazirganîya der bi 7,6  selefî zêde bûye (ji vê îtxalat bi 4,9 selefî zêde bûye, hinardekirin bi 12,1 selefî zêde bûye).

Civîna hukumetê de,serokwezîr Nîkol Paşînyan destnîşan kirîye ku berî weşandina van nîşanan, ew piştrast bûne ku  zêdebûna aborî wê ji 6  selefî kêmtir nîbe: “Hevkar hene ku dibêjin wê zêdetir be”.

Ewî bi bîr xistîye ku, li gorî dahatên byûcêya sala 2017 a, dahatên byûcêya sala 2025 a bi 130 selefî zêde bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button