H’emû nûçeSereke

Serokê  parlamênta Komara Ermenîstanê wê bi serdana fermî here Rûsyayê

Serokê  parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan wê li ser vexwendina seroka konsêya Fêdêrasyonê Rûsîyayê Valêntîna Matvînkoyê bi serdana fermî  here Fêdarasyona Rûsyayê. Li gorî  ragîhandina “Armenpress” ê, Sîmonyan  derheqa wê yekêda li civîna rojnamevanan de li parlamêntê  elam kirîye.

Serokê parlamênta Ermenîstanê destnîşan kirîye ku “Roj hîn nehatine dîyarkirin, lê vexwendin ji bo serdana vegerê li cem min heye. Hevkara min xanim Matvîênkoyê bi şandeke mezin li vir bûye û min jî vexwendin ji bo serdanê  wergirtîye”.

Şanda bi serokatîya seroka konsêya Fêdêrasîyona Rûsyayê Valêntîna Matvîênkoyê, hezîrana sala 2025 a serdana Ermenîstanê kiribû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button