SerekeSîyasî

Makron bo K24 ê: divê kurdan di birêvebirina hukumeta Sûryayê de rol hebe

Serokê Fransîyayê ji Kurdistan24 ê re ragîhandîye: divê peymana di navbera Ahmed Şara û Mezlûm Ebdî de bê bicîhanîn, herwesa divê HSD tevlî artêşa Sûryayê bê kirin.

Serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron 12 ê sibata  ji peyamnêrê Kurdistan24 ê Barzan Hesen re ragîhandîye: divê kurdan di birêvebirina hukumeta Sûryayê de rol hebe.

Serokê Fransîyayê tekez jî kirîye ku, divê peymana di navbera Ahmad Şara û Mezlûm Ebdî de bê bicîhanîn, herwesa divê HSD tevlî artêşa Sûryayê bê kirin.

Êmanûêl Makron herwesa gotîye: ez çend caran bi Mezlûm Ebdî re axivîme û me karên baş ji Rojavayê Kurdistanê re kirine û agirbesta di navbera HSD û hukumetê de ji bo ewlehîya deverê girîng e. Kur û keçên qehreman yên kurd li şûna me li dijî têrorê şer kirine.

Navbirî amaje jî daye: em piştgirîyê didin serwêrî û yekîtîya Sûryayê û em rewşa Sûryayê ji nêz ve dişopînin. Tekez jî kirîye: emê bê guman qurbanîyên HSD ê ji bîr nekin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button