SerekeSîyasî

Wezîreta pêşmerga: me êrîşî Haşid al Şaabîyê nekirîye

Wezîreta pêşmerga bi tundî red dike ku hêzên wan êrîşî baregeheke  Haşd al Şaabîyê ya li sînorê parêzgeha Selahedînê kiribe.Wezîretê tekez kirîye ew bi ti awayî ne beşek in ji wan rageşî û hevrikîyên serbazî yên li navçeyê.

Wezîreta pêşmerge daxuyanîyek belav kirîye û tê de dîyar kirîye, 14 ê adarê di hinek kanal û rûpelên medyayê de nûçeyeke nerast hatîye belavkirin ku qaşo destê hêzên pêşmerga di êrîşa li ser baregeha Haşd al Şaabîyê  de heye.

Di daxuyanîyê de hatîye gotin: “Em van hemû gotegot û nûçeyan bi tundî red dikin. Em radigihînin ku hêza pêşmerga bi tu awayî ne beşek e ji wan rageşî û hevrikîyên serbazî yên li navçeyê.Pêşmerge beşdarî tu cûre opêrasyona serbazî ya li dijî tu aliyekî nekirîye”.

Wezîreta pêşmerge herwiha destnîşan kirîye:”Erkê sereke yê hêzên me, parastina asayîş û aramîyê ye û em pabendî hevahengî û karê hevbeş yê bi hêzên ewlehîyê yên Îraqê re ne”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button