H’emû nûçeSereke

Ermenîstan dibe sînêma pevçûyîna jêopolîtîk di navbera Rûsyayê, Dewletên Yekbûyî û Yekîtîya  Avropayêda: medyaya rojavayê

Berîya hilbijartinên parlamêntîyê yên li Ermenîstanê, weşanên bi prêstîj yên rojavayî Forbes ê û The Independent ê li ser pêşbirka jêopolîtîk ya li dora komarê gotar weşandine. Nivîskarên her du weşanan rêbaza ku hukumeta Nîkol Paşînyan ber bi Rojavayê ve girtîye wek faktoreke sereke dibînin ku dikare bandorê li hevsengîya hêzê li Başûrê Kafkasîyayê bike.

Bi qîmetkirina Forbes ê, Moskva ji armancên întêgrasîyona avropî yên Yêrêvanê her ku diçe bi fikar û gumanbar e. Kovar bi bîr dixe ku nûnera fermî ya wezîreta Rûsyayêye karên der Marîa Zaxarovayê berê rastîya şandina nameyekê ji alîyê Ermenîstanê re piştrast kiribû. Name li ser encamên gengaz yên ku ji ber gavên din yên li ser rêya endametîya Yekîtîya Avropî derdikevin holê hişyar dike. Bi taybetî, ev yek têkildarî rawestandin yan bidawîkirina peymanên hevkarîyê di warê gaza xwezayî, pêtrolê û almasên xav de ye.

Nivîskarên gotarê balê dikişînin ser wê rastîyê ku Ermenîstan ji bo ênêrjîyê pir girêdayî Rûsyayê ye. Li gorî daneyên wan, nêzîkî 82 selefê gaza xwezayî ya ku li welêt tê xerckirin ji Rûsyayê tê hawirdekirin, di heman demê de komara hema rêzêrvên girîng yên pêtrolê û gaza xwe tune ne.

Tevî van hemûyan, piştî bûyerên Arsaxê yên salên 2020 î û 2023 a, serokwezîr Nîkol Paşînyan bi berdewamî sîyasetek ji bo cûre-cûrkirina têkilîyên der û qewînkirina têkilîyên bi hevkarên Rojavayî re dimeşand. Weşan destnîşan dike ku serokatîya Ermenîstanê vê guhartina di sîyaseta der de bi bêhêvîbûna ji mêxanîzmên ewlehîyê yên heyî, di nav de çalakîyên Hevbendîya Dewletên Serbest ve girêdide.

Li gorî Forbes ê, îmzekirina peymana aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de tebaxa sala 2025 a  bi navbeynkarîya serokê Amêrîkayê Donald Tramp, gaveke girîng bû. Gotarê de tê destnîşankirin ku vê peymanê naskirina serwêrîya Adirbêcanê li ser Qerebaxê mîsoger kirîye û rê li ber pêkanîna projeyên nû yên veguhastin û lojîstîkê li Başûrê Kafkasîyayê vekirîye.

Li gorî nivîskarên Forbes ê, heger Ermenîstan hîn bêtir nêzîkî Rojavayê bibe, dibe ku hevaltîyên ênêrjîyê yên amêrîkî li herêmê derfetên nû bi dest bixin, di nav de beşdarbûna di pêşxistina binesazîya ênêrjîyê û rêyên veguhastinê yên ku Kafkasîya Başûr bi Asyaya Navîn ve girêdidin.

Ji alîyê xwe ve, The Independent alîyê Ermenîstanê di çarçoveya berfirehtir ya pevçûyîna cîhanî ya di navbera Rûsyayê û Rojavayê de dibîne.

Rojname dinivîse ku hişyarîyên Moskvayê yên li ser rawestandina muhtemel ya dabînkirina ênêrjîyê ya tercîhî ne tenê xwesteka wê ya parastina bandora xwe li Ermenîstanê nîşan dide, lê di heman demê de zexta zêde ya ku Rûsyayê di çend enîyên sîyaseta der de di heman demê de pê re rû bi rû dimîne jî nîşan dide.

Nivîskar destnîşan dikin ku pevçûyîna li Ûkraînayê, ku ji çar salan zêdetir berdewam dibe, Moskvayê neçar dike ku çevkanîyên girîng li ser opêrasîyonên leşkerî bi kar bîne, di heman demê de Dewletên Yekbûyî û Yekîtîya Avropayê heyîna xwe li herêmên ku bi kevneşopî wekî herêmeke bandora Rûsyayê têne hesibandin qewîn dikin.

Weşan destnîşan dike ku pêvajoyên wekhev ne tenê li Başûrê Kafkasîyayê, lê di heman demê de li Asyaya Navîn, Avropaya Rojhilatê, Amêrîkaya Latînî û Afrîkayê jî têne dîtin. Ermenîstan, Moldova, Macaristan û her weha hejmareke welatên Amêrîka Latînî wek mînak têne nîşandan.

Rojnameya The Independent bi bîr dixe ku Ermenîstanê berê qanûneke pejirandîye ku bingeheke yasayî ji bo endametîya muhtemel ya di Yekîtîya Avropayê de diefirîne û her weha peymana hevkarîyeke nû bi Dewletên Yekbûyî re îmze kirîye. Wekî din, nivîskarên gotarê balê dikişînin ser daxuyanîyên erênî yên Donald Tramp yên di derbarê Nîkol Paşînyan de.

Di heman demê de, kovar bi berfirehî berteka Moskvayê ya li hember van pêvajoyan vedibêje. Wekî gavên ku, li gorî nivîskaran, Rûsya berê xwe dide sepandin, sînorkirinên demkî li ser îtxalkirina hin kelûpelên ermenî, niqaşa mijara beşdarîya din ya Ermenîstanê di Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî de û her weha hişyariyên li ser sererastkirinek muhtemel ya şertên hevkarîya ênêrjîyê têne behs kirin.

Gotarê de her wiha daxuyanîyên nûnera fermî ya Rûsyayêye karên der Marîa Zaxarovayê, hatine vegotin, ku fikarên xwe li ser nêzîkbûna Yêrêvanê bi avahîyên  Avroatlantîk re anîye ziman. Li gorî wê, sîyaseta Rojavayê armanc dike ku pozîsyonên Rûsyayê li herêmê û bi giştî li qada piştî Sovyêtê qels bike.

Her du weşan jî li hev dikin ku hilbijartinên Ermenîstanêye parlamêntîyê girîngîyekê digirin ku ji sîyaseta navxweyî ya welêt wêdetir diçe. Li gorî analîstên rojavayî, pêşveçûyîna bêtir ya têkilîyên Yêrêvanê bi Yekîtîya  Avropayê û Dewletên Yekbûyî re dibe ku bibe yek ji faktorên sereke ku wê di salên pêş de hevsengîya hêzê li Başûrê Kafkasîyayê dîyar bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button