
Cîgirê serokê partîya “Ji bo Komarê” Rûbên Mêhrabyan, li ser kampanya hilbijartinê, rola Fêdêrasîyona Rûsyayê di sîyaseta navxweyî ya Ermenistanê de, zextên aborî û pêwîstîya derketina ji Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî axivîye.
Axaftvan behsa qedexeyên ku ji alîyê Rûsyayê ve li ser hawirdekirina kelûpelên ermenî hatine danîn kirîye û destnîşan kirîye ku ev zextek raste-rast berî hilbijartinan e. “Ji bo çi armancê? Ji bo tirsandina welatîyê Ermenîstanê û îradeya xwe berîya hilbijartinan li ser welatîyê Ermenîstanê ferz bike”.
Rûbên Mêhrabyan li ser guncawbûna mayîna Ermenîstanê di Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî de pirsîye û ew wek “gum” bi nav kirîye.Ewî hejmareke pirsên rêtorîkî rast kirîye: “Heger rêxistinek, ku di çarçoveya wê de barekî belgeyan hatîye îmzekirin, wan belgeyan li gorî kêfa sûcdarekî dîn veguhêrîne barekî kaxezê destavê, heger em di wê rêxistinê de bimînin em ê çi bikin? Rûsya divê çi din bike da ku em, di dawîyê de, bigihîjin wê encamê ku tiştek din ji me re tune ku em di wê îstabîlê de bikin”.
Li gorî Mêhrabyan, divê rîya Başûrê Kafkasîyayêye hesin çalakîyên xwe li Ermenîstanê rawestîne, ji ber ku ew di bin dorpêçên navneteweyî de ye û projeyên herêmî asteng dike. “Divê rûs ji vê rêveberîya tawîzê vekişin”.
Di rewşa rawestandina gengaz ya dabînkirina gazê de, ewî çareserîyeke demkurt pêşnîyar kirîye, bi navbeynkarîya Yekîtîya Avropayê. “Em dikarin bi Yekîtîya Avropayê re li hev bikin ku ew ê kotaya gazê ji Adirbêcanê bi rêya Gurcistanê ber bi Ermenîstanê ve biguhezînin û em ê pere bidin Yekîtîya Avropayî. Ev çareseriyek demkurt e”.
Mêhrabyan di demeke dirêj de girîngîya cûre-cûrkirina pergala ênêrjîyê, bi taybetî pêşxistina ênêrjîya rojê û her weha lêgerîna çavkanîyên altêrnatîv yên gazê ber bi Îranê û Asyaya Navîn ve tekez kirîye.Ewî tekez kirîye ku Rûsya jixwe ji sînorên aqilmendîyê derbaz dibe, ji ber vê yekê divê Ermenîstan ji bo her ssênarekê amade be û “vebijarkek yedek” hebe.







