
Li Hewlêra paytextê Herêma Kurdistanê, bi duruşima “Bi kurdî binivîse û bi kurdî bihizire” pêşangeha taybet ya pirtûkên kurdîye yekemîn derîyên xwe li ber xwendevanan vekirîye.
Li pêşangeha navdewletî ya Hewlêrê, 4 ê hezîranê çalakîyeke çandî ya bêhempa dest pê kirîye. Berevajî pêşangehên berê, ev pêşangeh tenê ji bo berhêm, nivîs û weşanên bi zimanê kurdî hatîye veqetandin. Di pêşangehê de nêzîkî 130 weşanxane, navendên çap û belavkirinê û sazîyên çandî beşdar in.
Di pêşangehê de pirtûkên bi hemû zaravayên zimanê kurdî (soranî, kurmancî, hewramî) cîh digirin. Xwendevan dikarin di warên sîyasî, dîrokî, civakî, aborî û wêjeyî de bigihîjin hezaran berheman. Herwiha beşeke berfireh ya pêşangehê ji bo pirtûkên zarokan û wêjeya zarokan hatîye veqetandin.
Ji bilî pirtûkan, di pêşangehê de wek dewlemendîyeke çandî beşên hunerî, tabloyên şêwekarîyê, cilûbergên kurdewarî û karên destî jî têne nîşandan. Sazîyên wek înstîtûta kurdî ya Bêrlînê û akadêmîya kurdî jî bi berhemên xwe beşdarî vê pêngava çandî bûne.
Nivîskar Rêbîwar Sîweylî di derbarê girîngîya pêşangehê de ji Kurdistan24 re axivîye û diyar kirîye, ev pêngav ji bo hişmendîya neteweyî gelekî girîng e.
Sîweylî gotîye: “Heta niha di pêşangehên navdewletî de pirtûka kurdî her tim li perê bûn û li piştê diman. Lê cara yekem e ku zimanê kurdî, nivîsara kurdî û hizra kurdî dikeve navendê. Ev hewldana hukumet û weşanxaneyan, ji bo qewînkirina şunasa me ya neteweyî gaveke pir bi rûmet e”.
Ev pêşangeh ku bi piştgirîya hukumeta Herêma Kurdistanê û weşanxaneyên navxweyî hatîye amadekirin, wê heta heftîyekê derîyên xwe li ber pirtûkhezan vekirî bihêle. Amadekarên pêşangehê bang li hemû welatîyan dikin ku seredana pêşangehê bikin û bi xwedîderketina li pirtûka kurdî, piştgirî bidin ziman û çanda xwe.







