Cîhan

Partîya K’urdistanêye Dêmokratîk wê t’evî t’u hilbijartinên K’irkûkêva girêdayî nebe

Partîya K’urdistanêye Dêmokratîk wê t’evî t’u hilbijartinên K’irkûkêva girêdayî nebe, h’etanî ku li wir h’al normal nebe.Derheqa wê yekêda wek’îlê partîyaê Dîyarî H’usêyn gotîye û serda zêde kirîye, ku ew h’esab dikin,wekî frak’sîyaên k’urda gerekê e’nîya yekbûyî sazkin, bona ku t’evî hilbijartinên K’irkûkê bibin.Ewî usa jî daye dîyarkirinê,wekî prosêsa r’astkirina navnîşa bijarvana wê sala tê serhevda bê, çimkî li K’irkûkê t’u gavên pêşk’eftinê nehatine avîtinê.Xêncî wê yekê H’usêyn gotîye,wekî ew bi optîmîstî dîna xwe didine dîskûsîya ku berdewam dibe, ya  ku girêdaîye k’ifşkirina serokê K’irkûkêyî nûr’a.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button