Civak

Safîn Dîzayî bi r’esmî k’etîye qulixa serk’arê dêpartamênta Herêma K’urdistanêye heleqetîyên der

Nevsê k’urdî r’esmî Safîn Dîzayî bi r’esmî k’etîye qulixa serk’arê dêpartamênta Herêma K’urdistanêye heleqetîyên der. Berê wê qulixêda Feleh Mistefa bû.Ew 13 sala wê qulixêdabû. Niha li Herêma K’urdistanê nêzîkî 4O konsûlxane û wek’îltîyên welatên mayîn hene.Wek’îltîyên K’urdistanêye dîplomatîk li 14 welatên dinîyaê hene, nava wanda li wan pênc welata jî, yên ku endamên şêwira Organîzeya Net’ewên Yekbûîye bêqezîyabûnêne: ŞAY, Brîtanîy Mezin, Çînstan, R’ûsîya û Fransîya. Safîn Dîzayî berê k’atibê Herêma K’urdistanêyî prêssayê bû.Dêpartamênta heleqetîyên der r’ola girîng nava p’êwendîyên K’urdistanêye t’evî welatên mayîn dilîze. Statûsa serk’arê dêpartamêntîê nava kabînêta wezîrada heye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button