Cîhan

Xeberdana k’atibê ŞAY-yî dewletê t’evî wezîrê T’irk’îyaêyî k’arên der

K’atibê ŞAY-yî dewletê Mayk Pompêyo t’evî wezîrê T’irk’îyaêyî k’arên der Mêvlût Çaûşog’lû derheqa bêqezîyabûna li ser sînorê t’evî Sûrîyaê û k’ir’îna r’okêtên R’ûsîyaêda xeberdaye.Xeberdana bi têlêfonê girêdayî bûye heleqetîyên dualîr’a, yê ku di navbera ŞAY û T’irk’îyaêda pêşda hatîye. Waşîntonê r’oja çarşemê T’irk’îya ji progirama teyarên nûye F-35 der hiştîye, çimkî Enqerê r’okêtên R’ûsîyaêye S-4OO k’ir’îne. ŞAY dibêje, wekî komplêk’ên S-4OO bona sîstêma ŞAY qezîyaye û derheqa wê yekêda pêşda e’şaretî dabû, ku eger T’irk’îya wan komplêk’sa bik’ir’e, ewê sanksîya pêşda bik’işîne. Pompêyo daye dîyarkirinê,wekî bêqezîyabûna t’ifaqdarên wêye li ser h’idûdê t’evî Sûrîyaê gerekê bê ç’areserkirinê.Gilî derheqa hêzên p’arastina geldane, yên ku wextê şer’ê dijî DAÎŞ-ê t’evî koalîsîona navnet’ewî t’ifaqdarî kirine.Waşîngtonê ner’azîbûna xwe girêdayî k’ir’îna r’okêtên R’ûsîyaêr’a e’lam kirîye.Wezîreta T’irk’îyaêye k’arên der qirara Waşîngtonêye derheqa derxistina T’irk’îaêye ji progirama teyarên F-35 çawa şaşî h’esab kirîye, ya ku wê zyanê bide heleqetîyên stratêgî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button