Cîhan

Nivîsara parlamêntvanê T’irk’îyaêyî opozîsîonêr, yê ji partîya Dêmokrasîya Gelayî e’silê xweda ermenî

Parlamêntvanê T’irk’îyaêyî opozîsîonêr, yê ji partîya Dêmokrasîya Gelayî e’silê xweda ermenî  Karo Paylan mîkrobloga xweye T’wîttêrêda derheqa serekwezîrê Brîtanîyaêyî  t’ezebijartî  Borîs Consonda nivîsara xwe hiştîye. “Serekwezîrê Brîtanîyaê Borîs Conson nebîyê E’lî K’emale, yê ku şuxulk’arîya xwe hêna împêratorîya osmanî mîyaser kirîye. E’lî K’emal r’ojne’mevan bû û şuxulk’arê sîyasî bû, yê ku dijî sîyasîya dîktatorîya E’bdil H’emîdê duda û t’irkê cahil bû. Ewî digot,wekî t’irkên cahil welat li ber qezîyaê didine sekinandinê û ew r’ast bûn. E’lî K’emal dijî qirara cîşih’tandina ermenîya bû”,- P’aylan nivîsîye. Paşê P’aylan dibêje,wekî wextê ku kalikê serekwezîrê Brîtanîyaê bû wezîrê împêratorîya  Osmanîyêyî k’arên hundur’, ewî şer’k’arî kir, ku gunek’arên k’omkujîya ermenî li ber meh’kemê bisekinin. “ Di navbera înglîza û  h’ukumata Enqerêda qayîlnivîsara veşartî hate îmzekirinê û ît’t’îhadîstên ku li Malt’ayê bûn, paşda veger’îyane Enqerê û bona k’omkujîyê li ber cabdarîyê nesekinî, lê E’lî K’emal jî çawa xayîn hate h’esabkirinê. Paşê ew bi qirara meh’kemê hate kuştinê. Ew şuxulk’arê sîyasî bû û wujdanê wî hebû. Ewî de’w dikir, ku bona xirabk’arîya mîyaserkirî li ber cabdarîyê bisekinin. Eger ew bighîşta açixîyê, ewê ji welatê merivkuj û dîktator azabûya.K’omkujî bêceza ma,wek’ilî û niha jî diwek’ile. Bila E’lî K’emal bi aramîyê bitemire”,- P’aylan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button