CîhanSereke

E’lametîya spîkêra wezîreta Ermenîstanêye k’arên der

Spîkêra wezîreta Ermenîstanêye k’arên der Anna Nag’dalyanê derheqa t’er’ibandina r’êjîma agirbestêye ku ji alîyê Adirbêcanêda  hatîye kirinê,e’lametî bela kirîye. “27- 28-ê tîrmehê qewatên Adirbêcanêye sîlih’kirî li ser p’ara Ermenîstanêyî  bakûr- r’ohilatê, bi t’evbûna nîşangira kirinên provokasîon mîyaser kirine, r’ûê çida qulixçîyê Ermenîstanêyî leşkerî Arman Bûlg’adaryan hatîye kuştinê û du qulixçîyên mayîn jî birîndar bûne.T’er’ibandinên r’êjîma agirbestêye bi zanebûn û provokasîon dijî borcdarîyên xweykirina agirbestêne, yên ku  29-ê adara sala îsalin wextê civîna li Vîênayê bi dereca serokên dewleta hatine dîyarkirinê. Ew kirin usa jî e’lametîya h’emsedirên k’oma Mînskêye piştî r’asthatina wezîrên k’arên dere li Waşîngtonê h’esab hilnadin, li k’îderê alîya bang kiribûn, ku r’êjîma agirbestê xweykin û ji kirinên provokasîon dûr bimînin. Em van kirinên provokasîon, r’ûê k’îjanada meriv tên kuştinê, berk’ gunek’ar dikin, yên ku bi înk’arkirina p’arastina r’êjîma agirbestê û qewînbûna aminayêva ji alîyê Adirbêcanêda tên r’êberkirinê. Ev kirin sertbûna h’al pêşda tînin, cabdarîya k’îjana bi t’emamî dik’eve li ser alîyê azêrîya”,- nava e’lametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button