CîhanSereke

Civîna komîsîya hazirkirina stratêgîya bêqezîyabûna miletîyê derbaz bûye

Civîna komîsîya hazirkirina stratêgîya bêqezîyabûna miletîyê derbaz bûye.Dokûmênta ku wê berjewandîyên Ermenîstanêye miletîyê r’aberke, wê mecalên bêqezîyabûnêye nû, r’êyên berfirekirina t’eşkîldarîyê bide t’omerîkirinê. Derheqa wê yekêda wextê civînê k’atibê şêwira bêqezîyabûna miletîyê Armên Grîgoryan gotîye. “Stratêgîya bêqezîyabûna miletîyê ew dokûmênta girînge, k’emala k’îjanê bona pêşk’eftina bêqezîya û qewîn bona her welatekî girînge.Nava vê şuxulk’arîyêda tiştek e’yane,wekî em hazir dibin boy berjewandî û meremên miletîyê pêşda her’in.Em hazirin bi cabdarî û bi dereca bilind r’êberîya şuxulk’arîyê hildine ser xwe, pêr’a jî ne t’enê t’evbûna organên dewletê, lê usa jî doranên civakî nava şuxulk’arîyêda bidine ç’areserkirinê”,-Armên Grîgoryan gotîye. Peyî axavtinêr’a gotûbêjkirina komîsîyaêye derdadayî derbaz bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button