Cîhan

Banga seroketîya k’oma Organîzeya Net’ewên Yekbûyî

Seroketîya k’oma Organîzeya Net’ewên Yekbûîye ku bi lêk’olînên xirabk’arîyên DAÎŞ-êva mijûl dibe, bang kirîye, ku meh’kema mînanî li Nyûrnbêrgê derbazkin, wextê ku şuxulk’arên nasîstaye berbiç’e’v piştî şer’ê cîhanêyî duem hatine meh’kemekirinê.Şêwirmendê mexsûs K’erîm Xan serk’arîyê k’omê dike.T’eslîmî k’oma wî kirine ku wan xirabk’arîya berevkin, yên ku ji alîyê DAÎŞ-da li Îraqê hatine mîyaserkirinê. 😯 meriv dik’evine nava wê k’omê, ya ku îdî nêzîkî salekêye li Îraqê dixebite.Êp’êce matêrîyalên derheqa wan xirabk’arîyada hatine berevkirinê. Meh’kema mînanî li Nyûrnbêrgê wê k’ara t’erbyetdarîyê bide ne t’enê herêmê, lê usa jî li p’ar’çên dinîyaêye mayîn, li k’îderê propaganda  DAÎŞ-ye derew tê belavkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button