CîhanSereke

Ştata Amêrîkaêye Koloradoyê nava pirsa aktîvkirina heleqetîyên t’evî Ermenîstanê h’ewask’are

Ştata Amêrîkaêye Koloradoyê nava pirsa aktîvkirina heleqetîyên t’evî Ermenîstanê h’ewask’are. Çawa ku parlamêntvana ştata Koloradoyê Danêya Êskarê gotîye,wextê seredana li Ermenîstanê ew r’astî cêrge nevsên Ermenîstanêye derecebilind hatîye û mecalên hevk’arîya nava govekên cuda-cudada hatine gotûbêjkirinê. Parlamêntvanê derheqa mesela  T’ûmoyêda gotîye. Bi gotina wê gerekê r’ê bê dîtinê, ku li Kolodaroyê jî T’ûmoyê vekin. “Qewimandinên hundur’e li Ermenîstanê gelekî h’ukumî li ser min kirine. Şoriş bêyî r’êtina niqitkeke xwînê jî hate mîyaserkirinê. Ez dikarim bêjim,wekî ermenîya bi wê şorişê guhar’tin ne t’enê anîne li Ermenîstanê, lê usa jî li t’emamîya dinîayê”,- Danêya Êskarê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button