Aborî
Zêdebûna k’ara byûcêya dewletê
Himberî nîveka sala 2O18-aye e’wlin, nîveka sala 2O19-ye e’wlinda k’ara byûcêya dewletê bi 25,1 dehanî selefava zêde bûye. Ji h’ukumata Ermenîstanê r’agîhandine,wekî bi saya wê yekê mecal pêşda hatîye, cêrge berne’mên mezin pêşda bik’işînin.Ji yekê h’ezîranêda mi’aşa qulixçîyên leşkerî bi deh selefava zêde bûye, lê ji yekê îlonêda mi’aşa 38 h’ezar mamosta wê bilindbe. Ji yekê çileya sala 2O2O-î bi deh selefava wê pênsîyaên cime’tê bilindbe.Usa jî berne’mên r’êçêkirinê wê bêne mîyaserkirinê.