
Lêkolîneke tora medyayî ya Rûdawê ya ku 25 ê gulanê hatîye weşandin, nîşan da ku beşek ji xwedîyên firoşgehan zimanên îngilîzî û erebî bi kar tînin û zimanê kurdî li ser tabelayên xwe gelekî biçûk dinivîsin.
Vê yekê jî dilgiranîya beşeke zêde ya welatîyan bi xwe re anîye.
Civîna 1ê hezîrana sala 2026 a wezîrê şaredarîyan Sasan Ewnî û parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw, pirsgirêka nenivîsandina zimanê kurdî ya li ser tabelayan yek ji mijarên sereke bûye.
Civînê de hatîye destnîşankirin ku divê di demeke here nêzîk de navên bîyanî li ser tabela, lîsteya xwarinê û fatûreyên xwaringehan nemînin û bibin kurdî.
Li Hewlêrê ji 95 selefê cîhan pêbend in
Birêvebirê ragîhandinê yê birêvebirîya giştî ya geştyarîyê ya Hewlêrê Nerîman Fazil li ser rêkaran ji Rûdawê re axivîye û dîyar kirîye ku ew li ser fermana serokwezîr ya sala 2023 a bi rêya komîtêyên xwe rêkarên pêwîst bi cîh tînin.
Fazil anîye ziman ku her cîhekî geştyarîyê ku daxwaza destûrê dike, komîtêyên wan hinek merc û rênimayan ji bo wan dîyar dikin û yek ji wan mercan jî nivîsîna tabela, lîsteya xwarinê û fatûreyan ya bi zimanê kurdî ye.
Fazil destnîşan kirîye ku divê nivîsa kurdî mezintir be û li pey çûye:
“Eger mezintir jî nebe, nabe ku ji zimanên din biçûktir be û divê bi heman kalîte û heman fontê bê nivîsandin”.
Li parêzgeha Hewlêrê hezar 611 cîhên geştyarîyê xwedî destûr in.
Nerîman Fazil eşkere kirîye ku heta niha ji 95 selefê mijarê hatîye kontrolkirin û firoşgehan biryar bi cîh anîye.
Fazil ragihandîye ku ew nêzîkî 3 salan e li ser fermana serokwezîr li ser vê mijarê dixebitin.
Li gorî gotina birêvebirê ragîhandinê yê birêvebirîya giştî ya geştyarîyê ya Hewlêrê, hemû cîhên geştyarîyê tên pêbendkirin ku destûra wan hebe.
Eger van mercan bi cîh neynin, destûrên wan nayên nûkirin.
Fazil dîyar kirîye ku eger rênimayan bi cîh neynin, destpêkê hefteyekê, du hefteyan yan jî 10 rojan didin wan.
Eger dîsa bi cîh neanîn, ew cîh ji alîyê tîmên wan ve tê girtin yan jî li gorî binpêkirinê cezayê pereyan li wan tê birîn.
Li Dihokê z ji 90 selefî zêdetir pêbend in
Berdevkê geştyarîyê yê Dihokê Şemal Hirorî ji Rûdawê re axivîye û daye zanîn ku li ser fermana wezîrê şaredarî û geştyarîyê, parêzgarê Dihokê û birêvebirîya geştyarîyê ya parêzgeha Dihokê, xebatên li ser rêkarên nivîsîna navan ya li ser tabelayan didomin.
Hirorî destnîşan kirîye ku ji bo vê mebestê komîtêyeke taybet hatîye avakirin û ew li ser pirsgirêkê hûr dibin.
Li parêzgeha Dihokê destûr dane nêzîkî 700 cîhên geştyarîyê.
Hirorî anîye ziman ku ji 90 selefî zêdetir cîhan tabelayên xwe bi kurdî nivîsîne û gotîye:
“Divê berîya her zimanî zimanê kurdî bê nivîsandin.
Pişt re zimanên din çi îngilîzî be yan erebî be dikarin wek navê duyem û sêyem binivîsin”.
Berdevkê geştyarîyê yê Dihokê li ser binpêkirina biryarê jî eşkere kirîye ku cîhekî geştyarîyê ku pêbendî vê biryarê nebe, destûra wî nayê nûkirin û tê cezakirin.
Hirorî her wiha daye zanîn:
“Ew cîh destpêkê tên hişyarkirin.
Eger di wê demê de pêbend nebin, ew cîh tê girtin yan jî cezayê darayî lê tê birîn heta ku em pirsgirêkê çareser dikin”.
Li Silêmanîyê û Helebceyê rewş çawa ye?
Berpirsa ragîhandinê ya birêvebirîya geştyarîyê ya Silêmanîyê Kîjan Ebdulahê jî dîyar kirîye ku ji 98 selefî zêdetir cîhên wan yên geştyarîyê ku hejmara wan hezar e, tabelayên xwe kirine kurdî.
Kîjan Ebdulahê destnîşan kirîye ku her binpêkirinek bi cezayê pereyan û girtinê bi dawî dibe.
Li parêzgeha Helebceyê jî 100 î zêdetir cîhên geştyarîyê xwedî destûr in.
Birêvebirê ragîhandinê yê geştyarîya Helebceyê Hewraman Celal ji Rûdawê re ragîhandîye ku ji 95 selefî zêdetir cîhan pêbend in û anîye ziman ku ew 2 sala zêdetire li ser vê yekê dixebitin û ew rê nadin ku zimanên din li ser tabelayan bibe cîhgirê zimanê kurdî.
Hewraman Celal dîyar kirîye ku 2 salên borî de bi dehan cîh hatine hişyarkirin û eşkere kirîye ku ev biryar ji bo parastina dîrok û zimanê kurdî ye û cîhên ku pêbend nebin wê bên cezakirin.







