Cîhan

Ç’ekdarên k’oma têr’orîstîye DAÎŞ-ê r’oja çarşemê êrîş kirine

Ç’ekdarên k’oma têr’orîstîye DAÎŞ-ê r’oj çarşemê êrîş kirine û wextê wê êrîşê çar k’urd kuştine û h’eyşt jî birîndar kirine.Em bêjin,wekî ew k’oma DAÎŞ-ê êrîş birîye li ser t’abîya kontrolkirinê, ya ku ji alîyê qewatên k’urdaye bêqezîyabûnêda dihate p’arastinê.Ev yek li neh’îya Germîyanê qewimîye.Hatîye dîyarkirinê,wekî nava wan kuştîyada usa jî fermandarê opêrasîonên li Germîyanê Eso Celal bûye, û usa jî endamê Asaîşê Heydar Fûad.Piştî êrîşa DAÎŞ-ê qewatên k’urdaye dijî têr’orê destpê kirine wê êrîşê paşda bidin. R’ûê t’eqîna mîna ku ji alîyê DAÎŞ-da hatibû danînê, du endamên qewatên dijî têr’orê şih’îd k’etine.Du binelîyên e’dil, çar endamên qewatên dijî têr’orê û du endamên Asaîşê jî birîndar bûne. K’omên DAÎŞ-ye mayîn nava ç’îyaê Hemrînêda hene, nenihêr’î wê yekê,wekî qewatên pêşmerga û qewatên îraqî opêrasîona derbaz dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button