Cîhan

Meha tîrmehêda 27 barbirên k’urd li neh’îyên Îranêye nêzîkî sînor hatine kuştinê

Anegorî h’esabên k’oma monîtorîngê nava meha tîrmehêda 27 barbirên k’urd li neh’îyên Îranêye nêzîkî sînor yan hatine kuştinê, yan jî birîndar bûne.R’ûê h’alê êkonomîkîyî giranda û r’ûê bêxebatîyêda li K’urdistana Îranê meriv e’mirên xwe didine ber qezîyaê, bona ku eşîya cîguhastî K’urdistanê Îranê, yan jî K’urdistana Îraqê bikin. T’eşkîleta mafp’arêze Hengawê h’esabên mehekê r’aber kirine, k’îjanada hatîye dîyarkirinê, ku h’evt meriv hatine kuştinê, 2O-î jî birîndar bûne. P’ir’anîya zyank’êşa k’etine bin gulebarandinên sînorxweykirên îranî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button