Sereke

Serokk’omarê Ermenîstanê Armên Sargsyan t’evbûyên Samît’a li Sêvanê hatîye girêdanê

Serorkk’omarê Ermenîstanê Armên Sargsyan bi  p’êwendîya vîdêoyê t’evbûên Samît’a li Sêvanêva hatîye girêdanê, t’evî wan qise kirîye û caba pirsên wan daye. “Eva înîsîyatîva başe. Ew bona Ermenîstanê gelekî girînge, çimkî Ermenîstan çawa ku ez dibînim pêşer’ojêda gerekê nava têxnologîyaên nû û bilindda hazirbe. Diqewime r’ojekê Ermenîstan çawa p’ayt’exta  start’apêye dinîyaêbe”,- serokk’omar gotîye. Serokk’omar p’erwerda baş,  hazirîya hevaltîyên navnet’ewîye pêş girîng h’esab kirîye, yên ku wê atmosifêra normal bona pêşk’eftina wê govekê sazkin. Sargsyanê serorkk’omar daye dîyarkirinê,wekî Ermenîstan gerekê bona cahilên bi me’rîfet bibe cîyekî milahîm.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button