Cîhan

Nêç’îrvan Barzanîyê serok wek’îla k’atibê Organîzeya Net’ewên Yekbûyî qebûl kirîye

Nêç’îrvan Barzanîyê serok r’oja yekşemê wek’îla k’atibê Organîzeya Net’ewên Yekbûyî Janîn Hênîs Plasçart qebûl kirîye bona gotûbêjkirina dasekinandina Şengalê û  k’oma êzdîyaye ji alîyê DAÎŞ-da mîyaserkirî.Wextê r’asthatinê, ya ku li Dhokê derbaz bûye, Plasçardê e’lamî serokê K’urdistanê kirîye, ku ew li Şengalê qesidîye û lazime, ku ce’dandina bidine xebatê, ku dor û berên li Şengalê bidine dasekinandinê.Ewê gotîye,wekî wan pirsgirêka gerekê h’elkin, bona ku cime’ta Şengalê paşda veger’e.Serokê K’urdistanê derheqa piştgirîya Hewilêrêda daye dîyarkirinê û gotîye,wekî ewê h’emû tiştî bikin, ku êzdîyên Şengalê paşda veger’ine malên xwe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button