Parlamênta K’urdistanê hazir dibe qanûnê girêdayî ala welêtr’a qebûlke.Sedirê komîsîya parlamêntêye heleqetîyên der R’êbwar Babkayî e’lam kirîye,wekî wana pêşnîyara derheqa qanûnêda hazir kirîye, ya ku wê li parlamênta Îraqê bê r’aberkirinê.Gilî derheqa wê qewimandinêdane,wextê ku ofîsêrê îraqî bi qedirnegirtin nêzîkî ala K’urdistanê bûye. Babkayî gotîye,wekî ala K’urdistanê gerekê çawa sîmvoleke Îraqêye pîroz bê qebûlkirinê û mafê t’u k’esî t’une, ku wê alê bêhurmetke.“Peyî wê yekêr’a çawa ku ofîsêrê îraqî qedirnegirtin hindava ala K’urdistanê da k’ifşê, pêşnîyar bona qanûnê hate hazirkirinê.Nava pêşnîyarêda hatîye dîyarkirinê,wekî her bêhurmetkirineke ala K’urdistanê wê bê h’esabê çawa bêhurmetkirina sîmvola Îraqêye pîroz û miletîyê, û ew ofîsêr gerekê bê cezakirinê”,-Babkayî gotîye.
Gotarên eynî
Di çarçoveya fêstîvala kurtefîlmên navneteweyîye 24 emîn ya “kadirek” ê de 109 fîlm wê bên nîşandayîn
05.06.2026, 15:25
«FlyOne Armenia» ê geştên xwe yên hewayî yên Yêrêvan-Alîkantê-Yêrêvanê dest pê kirine
05.06.2026, 14:30
Herwiha kontr’ol bike
Close





