SerekeSîyasî

Nîkol P’aşînyanê serekwezîr meremên pêşk’eftina Ermenîstanêye welête stratêgî r’aber kirine

Nîkol P’aşînyanê serekwezîr meremên  pêşk’eftina Ermenîstanêye welête stratêgî, yên h’etanî sala 2O5O-î r’aber kirine.Derheqa wê yekêda ewî wextê xeberdana xweye li meydana Stêp’anakêrtê gotîye û daye dîyarkirinê,wekî gerekê cûr’ê meremên xebatêye stratêgî r’aberî gotûbêjkirina h’emmiletîyê bikin, k’îjana Ermenîstan gerekê h’etanî sala 2O5O-î h’elke. “Bi wê yekêva t’evayî h’etanî sala 2O5O-î em gerekê van pirsgirêka h’elkin, binelîyên Ermenîstanê bighînine here kêm pênc mîlîon merivî, mîlîonek 5OO h’ezar cîyên xebatê sazkin, k’esîbtîyê bidine hildanê, Ermenîstanê werguhêzî welatê senayê bikin. Pênc hevaltîyên têxnologîye ermenîye bahê deh mîlîyard dolara sazkin, p’erwerdê bikine cûr’ê jîyana miletîyê. Fînansekirina p’erwerdê û zanistîyê 2O carî zêdekin, r’eqema tûrîstên ku tên Ermenîstanê bighînine 15 mîlîonî, k’oma Ermenîstanêye fûtbolê bikine çêmpîona Avropayê, yan jî dinîyaê.25 mêdalên olîmpîyê qazanckin”,-P’aşînyan gotîye.Bi gotina serekwezîr gelek dikarin bipirsin, ku bona çi derheqa Arsaxêda t’u tişt nehatîye gotinê: “Bersiv gelekî zelale, çimkî Arsax Ermenîstane, û xilaz”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button