Cîhan

Bi h’ezara tûrîstên ji t’emamîya Îraqê û ji welatên cînar wê wextê cejina musulmanaye Qurban-Bayramê li Herêma K’urdistanê biqesidin

Bi h’ezara tûrîstên ji t’emamîya Îraqê û ji welatên cînar wê wextê cejina musulmanaye Qurban-Bayramê li Herêma K’urdistanê biqesidin. Derheqa wê yekêda şêwira h’ukumata K’urdistanêye pirsên tûrîzmê e’lam kirîye.K’atibê şêwirêyî prêssyaê  Nadir R’ostî gotîye,wekî niha hazirî tê mîyaserkirinê, çimkî r’eqema tûrîsta wê zêdebe.Wextê cejina pêşîya vê, nêzîkî 145 h’ezar tûrîst nava du r’ojada li K’urdistanê qesidînbûn. Bi gotina R’ostî nêzîkî 2OO mêvanxane hazirin, û bona tûrîsta mecalên bêqezîyabûnê tên hazirkirinê. Sala 2O18-a nêzîkî sê mîlîon tûrîst li K’urdistanê qesidîne.Hatîye dîyarkirinê,wekî Herêma K’urdistanê dicêr’ibîne mecala bide milahîmkirinê, ku h’etanî dawîya sala 2O19-a r’eqema tûrîsta bighîje sê mîlîon nîv merivî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button