Wezîreta Ermenîstanêye k’arên der caba e’lametîya wezîreta Adirbêcanêye k’arên dere şeşê t’ebaxê daye. Nava e’lametîyêda tê dîyarkirinê,wekî êrîşên şexsîye hindava serekwezîrê Ermenîstanê yên gunek’arkirinêne û şe’detîya wê yekê didin,wekî li Adirbêcanê h’iznekirina hindava cime’ta ermenî û kûltûra ermenî heye, ya ku ji alîyê seroketîya Adirbêcanêda tê piştgirtinê. “Seroketîya Adirbêcanê ya ku mecala hevdîtina t’evî seroketîya Qerebag’ê înk’ar dike, ya ku salên 199O-î li Qerebag’ê paqijkirinên êt’nîkî mîyaser kirine û usa jî wextê şer’ê sala 2O16-ye nîsanê, sîasîya h’iznekirinê pêşda k’işandine û bi wê yekêva t’evayî merivkujên ku ermenîya dikujin dibine mêrxas, cabdarîya mezin dik’işînin bona bêqezîyabûna cime’ta Arsaxê. Ermenîstan çawa gar’anta cime’ta Arsaxêye t’ek-t’enê dimîne, ya bona bêqezîyabûn, azaya mafên mêriv û nava ç’areserkirina mafê xweqirarbûnêda.Ermenîstan yazixîyê e’lm dike, wekî seroketîya Adirbêcanê nikare xeberdana Nîkol P’aşînyanê serekwezîre pêncê t’ebaxê fe’m bike, ya ku derheqa yektîya Ermenîstanê, Arsaxê û Dîyasporayêdane.T’abîya Ermenîstanêye derheqa h’elkirina pirsgirêkêye bi r’îya e’dil, dîsa usa dimîne ya ku nava xeberdana serekwezîrê Ermenîstanêda zelal hatîye gotinê”,-nava e’lametîyêda hatîye gotinê.
Herwiha kontr’ol bike
Close