Cîhan

Nava t’or’a sosîyalîda kampanîya bi sernavê “Azayî Dêmîrt’aşr’a” hatîye pêşdak’işandinê

K’omeke bi navê “Azayî Dêmîrt’aşr’a” nava t’or’a sosîyalîda kampanîya bona azaya hevserokê partîya Dêmokrasîya Gelayî berê Salh’edîn Dêmîrt’aş destpê kirîye, yê ku niha h’ebsêdane.Cêrge mafp’arêz t’evî wê kampanîyaê dibin. Salh’edîn Dêmîrt’aş ji alîyê dewleta t’irkada hatîye gunek’arkirinê,wekî ewî propaganda PKK-ê belav kirîye, usa jî nava têr’orîzmêda wî gunek’ar kirine.Meh’kema Aropaêye mafên mêriv qirara xwe pêşda k’işand, ku wî aza berdin, lê meh’kema t’irka guhdarîya wê yekê nekir. Prosêsa meh’kemê li Avropayê wê 18-ê îlonê derbazbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button