Aborî
Li Ermenîstanê zedaya êkonomîkîye dur’eqemê tiştê bûyînêye: Tîgran Avînyan
Îsla r’eqema feydayên êkonomîka t’omerî wê r’eqemeke başbe. Derheqa wê yekêda wextê qisa t’evî r’ojne’mevana cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Tîgran Avînyan gotîye û caba wê pirsê daye, ku gelo îsal h’ukumatê zêdaya êkonomîkîye dur’eqemê bide ç’areserkirinê, yan na. “Diqewime nava du-sê salê pêşîya meda zêdaya dur’eqemê, yan sêr’eqemê nîbe, lê peyîr’a zêdaya dur’eqemê tiştê bûyînêye. Bi gotina zêdaya dur’eqemê gerekê em çawa zêdaya êkonomîka t’omerî fe’m nekin, lê guhdarîya me gerekê li ser jîyana welatîyên Ermenîstanêbe, qulixdarîyên sosîyalî. Îsal ew r’eqem çawa li r’êgîon, lê usa jî li t’emamîya dinîyaê wê başbe”,- ewî gotîye.