SerekeSîyasî

Qirarên kabînêta wezîra: xala 14O-î wê t’evî Beg’dayê bê gotûbêj kirinê

Şêwira K’urdistanêye wezîra bona hevr’axeberdanên t’evî Beg’dayê, girêdayî xala konstîtûsîyaêye 14O-r’a, komîtêya  mexsûs saz kirîye.Bi serk’arîya serekwezîr Me’srûr Barzanî civîna h’ukumatê derbaz bûye.Wextê civînê qirara meh’kema Îraqêye fêdêral, ya derheqa xweykirina xala 14O-îye derheqa statûsa neh’îyên K’urdistanêda, yên ku ji bin serk’arîkirina K’urdistanê derin, hatîye lênihêr’andinê.Qirar  hatîye qebûlkirinê, ku komîtêya wezîra sazkin, ya ku t’evî Beg’dayê gerekê mêxanîzima qirara meh’kema fêdêrale derheqa wê yekêda hazirkin.Şêwira wezîra usa jî pirsên sîstêma bacdayînê gotûbêj kirîye.Xeberdan usa jî derheqa dayîna mi’aşên welatîyada çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button