Cîhan

Diha gelek mihacir vediger’ine qamp’ên K’urdistaê, lê ne ku ewên ku ji wir diçin

 R’eqema mihacirên ku ji Mûsil paşda vediger’ine qamp’ên K’urdistanê diha zêde dibe.Nenihêr’î wê yekê,wekî ji wî çaxîda îdî du sal derbaz bûne,wextê ku Mûsil hate azakirinê, binelî malên xwe dihêlin û vediger’ine Herêma K’urdistanê.Bi gotina înspêktorê du qamp’a R’eşîd Dewrêş r’ûê bêqezîyabûnêda pênc malbet paşda veger’îyane qampên li Hewilêrê, lê niha jî r’eqema wan malbeta gihîştîye deha.Bi gotina wî dewsa wê yekê malbetek yan dudu diçine malên xwe. Ewî gotîye,wekî êrîşên DAÎŞ-ye van axirîyaye li Nînêvîyaê û usa jî t’unebûna qewilên jîyanêye anegor usa kirin,wekî mihacir paşda vediger’ine K’urdistanê.Anegorî h’esabên van axirîya jî mîgrasîya paşdahatinê diha zêdeye, ne ku r’eqema yên ku diçine malên xwe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button