SerekeSîyasî

Komîsîya ji pênc h’akimên meh’kema Avropaêye mafên mêriv wê qirarê derheqa qebûlkirina e’rza meh’kema Ermenîstanêye konstîtûsîonda qebûlke

Meh’kema Avropaêye mafên mêriv derheqa e’rza ji meh’kema Ermenîstanêye konstîtûsîonda e’lametî bela kirîye. Nava e’lametîyêda tê gotinê: “Meh’kema Ermenîstanêye konstîtûsîon daye dîyarkirinê,wekî e’rze derheqa   miqala k’itêba Ermenîstanêye qanûnaye h’ejara 3OO û 1-ne. Bi vê miqalê ceza bona t’er’ibandina qeydê konstîtûsîonda tê r’aberkirinê. Bo wê yekê jî komîsîya ji pênc h’akima sazkirî wê qirarê qebûlke, ku gelo ewê e’rza derheqa fikira şêwirdarîda qebûlkin, yan na”.Em bîr bînin,wekî 18-ê tîrmehê meh’kema Ermenîstanêye konstîtûsîon qirarên qeydê xebatê qebûl kirine: “Li ser h’îmê meh’kema bajar’ê Yêrêvanê û usa jî e’rzên R’obêrt K’oçaryan, ya derheqa pirsa himberîhevkirina miqala konstîtûsîyaêye 3OO û 1-da”, bi meremê stendina fikira şêwirdarî, ya meh’kema avropîye mafên mêriv û berbir’îbûna berbi komîsîya Vênêtîkê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button