Meh’kema Avropaêye mafên mêriv derheqa e’rza ji meh’kema Ermenîstanêye konstîtûsîonda e’lametî bela kirîye. Nava e’lametîyêda tê gotinê: “Meh’kema Ermenîstanêye konstîtûsîon daye dîyarkirinê,wekî e’rze derheqa miqala k’itêba Ermenîstanêye qanûnaye h’ejara 3OO û 1-ne. Bi vê miqalê ceza bona t’er’ibandina qeydê konstîtûsîonda tê r’aberkirinê. Bo wê yekê jî komîsîya ji pênc h’akima sazkirî wê qirarê qebûlke, ku gelo ewê e’rza derheqa fikira şêwirdarîda qebûlkin, yan na”.Em bîr bînin,wekî 18-ê tîrmehê meh’kema Ermenîstanêye konstîtûsîon qirarên qeydê xebatê qebûl kirine: “Li ser h’îmê meh’kema bajar’ê Yêrêvanê û usa jî e’rzên R’obêrt K’oçaryan, ya derheqa pirsa himberîhevkirina miqala konstîtûsîyaêye 3OO û 1-da”, bi meremê stendina fikira şêwirdarî, ya meh’kema avropîye mafên mêriv û berbir’îbûna berbi komîsîya Vênêtîkê”.
Gotarên eynî
Di çarçoveya fêstîvala kurtefîlmên navneteweyîye 24 emîn ya “kadirek” ê de 109 fîlm wê bên nîşandayîn
05.06.2026, 15:25
«FlyOne Armenia» ê geştên xwe yên hewayî yên Yêrêvan-Alîkantê-Yêrêvanê dest pê kirine
05.06.2026, 14:30
Herwiha kontr’ol bike
Close





