SerekeSîyasî

Eger DAÎŞ êrîşê bibe li ser neh’îyên k’urda, wî çaxî çend lîdêrên îraqî wê nava wê yekêda gunek’arbin

Endamê komîsîya parlamênta Îraqêye bêqezîyabûnê û p’arastinê Nesir Herikî gotîye,wekî li wan neh’îyên k’urda, yên ku ji bin admînîstrasîya K’urdistanê derin, bêqezîyabûn kêm bûye û t’enê hevk’arîya pêşmerga û eskerê Îraqê dikare li van neh’îya êrîşên DAÎŞ-ê bide sekinandinê. Ewî gotîye,wekî seroketîya Îraqê gerekê bîr neke,wekî DAÎŞ bi piştgirîya pêşmerga koalîsîona navnet’ewî  bin k’et. Bi gotina wî hevr’aqayîlnebûnên di navbera şuxulk’arên sîyasîye li Beg’dayê dikarin usa bikin,wekî DAÎŞ careke mayîn şuxulk’arîya xwe destpêke.Nasir Herikî gotîye,gerekê ne t’enê bi xebera welatê dêmokratîkbe, lê seroketîya Îraqê gerekê bona h’emû welatîyên xwe bifikire.Bi gotina wî, eger DAÎŞ careke mayîn li wan neh’îya opêrasîonên leşkerî destpêke, wî çaxî hinek lîdrên îraqî wê neheqbin, yên ku nahêlin ku qewatên pêşmerga û eskerên Îraqê bi hevr’a bişuxulin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button