Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan îro k’atibê şêwira bêqezîyabûna Fdêrêasîya R’ûsîyaê Nîkolay Patrûşêv qebûl kirîye.Çawa ku ji admînîstrasîya serekwezîrê Ermenîstanê e’lam dikin, Nîkol P’aşînyan daye k’ifşê, wekî ort’a Ermenîstanê û R’ûsîyaêda hevk’arîya stratêgî û xebatên çêkirinê bi dînamîkî pêşda diçin, derheqa çida r’asthatinên serokê Fêdêrasîya R’ûsîyaê û serekwezîrê Ermenîstanê şe’detîyê didin. Serekwezîrê Ermenîstanê hevk’arîya di navbera şêwira bêqezîyabûna R’ûsîyaê û Ermenîstanê girîng h’esab dike.K’atibê şêwira Fêdêdêrasîya R’ûsîyaê konsûltasîyaên t’evî k’atibê şêwira bêqezîyabûna Ermenîstanê girîng h’esab kirine, wextê k’îjanê warê bêqezîyabûnêda gotûbêjkirin kirine.Serekwezîrê Ermenîstanê û k’atibê şêwira bêqezîyabûna R’ûsîyaê fikir dora ç’areserkirina p’evçûyînên dora pirsa Qerebag’a Ç’îya, li r’êgîonê p’arastina balansa leşkerî û pirsên mayînda p’evguhar’tine.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close