Sereke
Zankoya Yêrêvanêye dewletêye doxtirîyê wê doxtirên leşkerî bona Qazaxstanê hazirke
Fakûltêta zankoya Yêrêvanêye dewletêye doxtirîya leşkerî wê doxtirên leşkerî bona Qazaxstanê hazirke.Derheqa wê yekêda r’êktorê zankoyê Armên Mûrdayan r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye. “Fakûltêta doxtirîya leşkerî nava sala nûda têr’a divîne ji Qazaxstanê xwendik’ara qebûlke, yên ku piştî paşdaçûyîna li Qazaxstanê wê nava cêrgên eskerê xweda çawa doxtirên leşkerî qulixkin”,-Mûradyan nivîsîye.