Fermandarê qewatên Sûrîyaêye Dêmokratîk Me’zlûm K’obanî derheqa hevr’aqayîlbûna bona zona bêqezîyabûnê xeberdaye, ya ku di navbera T’irk’îyaê û ŞAY-da hatîye destanînê. Bi gotina wî ew hevr’axeberdana t’evî dewleta t’irka derbaz dikin.Ewî gotîye,wekî hevr’axeberdan hela hê negihîştine encamên konkrêt, hela hê berdewam dibin. “Pêşnîyara me ewe, ku têrîtorîyaên di navbera ç’emên Dicle û Fertda bik’evine nava wê zonayê. Feqet T’irk’îya dixweze wê yekê di navbera Girê Sipî û Serê Kanîyêda mîyaserke”,-K’obanî gotîye. Ewî usa jî derheqa gefxwerinên T’irk’îyaêda xeberdaye. “Eger p’evk’etinek di navbera qewatên Sûrîyaêye Dêmokratîk û T’irk’îyaêda bê destanînê, wî çaxî şer’ê dijî k’omên DAÎŞ-ye r’azayî wê çawa derbazbe? Vê yekê em dixwezin gotûbêj bikin”,-K’obanî gotîye.
Gotarên eynî
Di çarçoveya fêstîvala kurtefîlmên navneteweyîye 24 emîn ya “kadirek” ê de 109 fîlm wê bên nîşandayîn
05.06.2026, 15:25
«FlyOne Armenia» ê geştên xwe yên hewayî yên Yêrêvan-Alîkantê-Yêrêvanê dest pê kirine
05.06.2026, 14:30
Herwiha kontr’ol bike
Close





