Cîhan

Serekwezîr çawa r’êberê tûrîzmê Yêrêvana p’ayt’ext r’aberî tûrîsta kirîye

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan bona tûrîsta çawa r’êberê tûrîzmê pêşda hatîye. P’aşînyan t’evî keç’a xwe-Şûşan P’aşînyanê bi ot’obûsa “Yêrêvan Sît’î Tûr”-ê t’evî tûrîstên ji welatên der ger’îyaye, bi zimanê înglîzî Yêrêvan û dîroka wê r’aber kirîye. Paşê P’aşînyan tûrîstên ji welatên der t’eglîfî li avayê h’ukumatê kirîye, ew li wir ger’andine, nasîya wan daye dîrok û arxîtêktûra avayê h’ukumatê. Ger’a tûrîsta bi te’mkirina şeravê û bi t’eslîmkirina p’êşk’êşên sîmvolîke ji alîyê serekwezîrda serhevda hatîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button