Li Yêrêvanê k’itêba ermenîyê Kanadayê, pûblîsîst, şuxulk’arê civakî R’affî Pêtrosyan hatîye r’aberkirinê. K’itêb bi zimanê înglîzîye û ew bi zimanên t’irkî û ermenî tê hazirkirinê. R’affî Pêtrosyan ji Bûrsayêye û salên xweye xortanîyê li T’irk’îyaê derbaz kirîye. Xwendina xweye bilind ewî li Kanadayê stendîye. Ew niha li bajar’ê Torontoyê dijî. R’affî Pêtrosyan t’evî çêkirina dêra ermenîye li Dîyarbek’irê jî bûye, ya ku piştî sala 1915-a dêra e’wlin bû, ku hate çêkirinê û ew paşda dane olk’a ermenîye li T’irk’îyaê. K’itêba R’affî Pêtrosyan derheqa yazîya wan ermenîyadane, yên ku k’omkujî dîtine. Pêtrosyan usa jî h’îmdarê wê proêktêye, bi k’îjanê alî wan ermenîya dikin, yên ku dixwezin paşda veger’ine li ser e’silê xweyî berê.
Gotarên eynî
Di çarçoveya fêstîvala kurtefîlmên navneteweyîye 24 emîn ya “kadirek” ê de 109 fîlm wê bên nîşandayîn
05.06.2026, 15:25
«FlyOne Armenia» ê geştên xwe yên hewayî yên Yêrêvan-Alîkantê-Yêrêvanê dest pê kirine
05.06.2026, 14:30
Herwiha kontr’ol bike
Close





