Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan serk’arê beşa hevaltîya îr’landîye “RyanAir”-ê Dêyvîd O Brayin û serk’ara alîyê pirsên pêşdaçûyînê K’êyt’ Şêrîn qebûl kirine. Çawa ku ji admînîstrasîya serekwezîr r’agîhandine, Nîkol P’aşînyan gotîye,wekî h’ukumata Ermenîstanê tûrîzmê çawa pirsa girîng e’lam dike, potênsîyala k’îjanêye mezin heye û nava vê h’emtêk’stêda gaveke girînge ku avîyasîya sîvîl pêş bik’eve. Bi gotina P’aşînyan r’asthatina t’evî hevaltîyê mecaleke başe, ku mecalên hevk’arîyê gotûbêj bikin. Dêyvîd O Brayin gotîye,wekî meremê hevaltîyê heye pêşer’ojêda bik’eve nava sûka ermenîye avîyasîon. Bona wê pirsê niha t’evî fir’egeha “Zvart’nosê” û komîtêya avîyasîyaê gotûbêjkirin derbaz dibin.
Gotarên eynî
Di çarçoveya fêstîvala kurtefîlmên navneteweyîye 24 emîn ya “kadirek” ê de 109 fîlm wê bên nîşandayîn
05.06.2026, 15:25
«FlyOne Armenia» ê geştên xwe yên hewayî yên Yêrêvan-Alîkantê-Yêrêvanê dest pê kirine
05.06.2026, 14:30
Herwiha kontr’ol bike
Close





