Cîhan
Mecala învêstîsîya wextê civîna têxnologîyaên înformasîon
Nava dîroka 4O saleda, ya h’emcivîna têxnologîyaên înformasîon, cara e’wlin wê tiştên usa bên kirinê, ku li ber arûdîtorîya 25OO merivî fikir û învêstîsîyaên xwe r’aberkin. Bona gavên here baş hevaltîya ermenîye têk’nolojî r’ewa sed h’ezar dolarê pêşda k’işandîye. Em bêjin,wekî civîna têxnologîyaên bilinde sala îsalin, wê ji şeşa h’etanî nehê cotmehê li Yêrêvanê derbazbe. “ Em dixwezin h’elkirinên global pêşda bînin, yên ku wê bi cûr’ê baş h’ukumî li ser dinîyaê bikin. Fikirên pêşdak’işandî gerekê bona werguhastina dinîyaêye berbi başîyê qölixkin”,-endama komîtêya h’emcivîna têxnologîyaên bilind Êmma Ar’ak’êlyanê gotîye.







