Serekwezîrê Ermenîstnê Nîkol P’aşînyan serk’arê dêpartamênta fonda navnet’ewîye Asîya Navîn û R’ohilata Navîn pirsên hevk’arîyê Cîhad Azûrî qebûl kirîye. Hatîye r’agîhandinê,wekî serekwezîr daye dîyarkirinê,wekî di navbera fonda navnet’ewî û Ermenîstanêda hevk’arîya k’ardar heye û h’ukumat bi pêşdaçûyîna wêva h’ewask’are. Cîhad Azûrî hevk’arîya t’evî h’ukumata Ermenîstanê bilind qîmet kirîye û daye dîyarkirinê,wekî Ermenîstan bona fonda navnet’ewî hevalk’ara gumane û fond hazire nava dorana hevk’arîyêda piştgirîyê bide h’ukumata Ermenîstanê, ku h’ukumat bi açixî werguhastina û pêşk’eftina êkonomîka welêt mîyaserke. Bi hîvîkirina mêvan, Nîkol P’aşînyan derheqa guhar’tinên nava êkonomîkayêda,şer’k’arîya dijî r’uşetxwerinê, werguhastinên sîstêma serk’arîkirina dewletê, milahîmkirina goveka învêstîsîonda xeberdaye. Fikir dora stratêgîyaên we’dedirêj hatine p’evguhar’tinê.
Gotarên eynî
Di çarçoveya fêstîvala kurtefîlmên navneteweyîye 24 emîn ya “kadirek” ê de 109 fîlm wê bên nîşandayîn
05.06.2026, 15:25
«FlyOne Armenia» ê geştên xwe yên hewayî yên Yêrêvan-Alîkantê-Yêrêvanê dest pê kirine
05.06.2026, 14:30
Herwiha kontr’ol bike
Close





