“Yektîya ermenîyên Argêntînaêye çandî” qewimandinên van axirîyaye li T’irk’îyaê şermezar kirîye, r’ûê çida sê serokbajar’ên ji partîya Dêmokrasîya Gela, yên Dîyarbek’irê, Wanê û Mêrdînê, ji qulixên xwe hatine derxistinê. Niha borcdarîyên serokbajar’a we’delû serokên qezayên Mêrdînê, Wanê û Dîyarbek’irê mîyaser dikin. Nava e’lametîya yektîya ermenîda h’îmlî hatîye gotinê: “Werin em şer’k’arîya dijî r’êjîma Êrdog’ane faşîstîyê bidine qewatkirinê. H’ukumata Êrdog’an bi neqanûnî serokbajar’ên partîya k’urda ji qulixên wan derxistine.Ev welata wê fikirdarîyê dide xebatê, bi k’îjanê salên k’omkujîya Ermenî ew dihate r’êberkirinê. Dewlet niha dicêr’ibîne derbê bighîne qewatên ç’epê û usa jî qewata parlamênta T’irk’îyaêye sisîya”. Hatîye dîyarkirinê, wekî mînanî berê, usa jî niha, seroketîya t’irka zordarîyê hindava net’ewên kêmjimar dide xebatê. “Eger berê ermenî bûn, niha k’urd k’etine nava wî h’alî”.
Gotarên eynî
Di çarçoveya fêstîvala kurtefîlmên navneteweyîye 24 emîn ya “kadirek” ê de 109 fîlm wê bên nîşandayîn
05.06.2026, 15:25
«FlyOne Armenia» ê geştên xwe yên hewayî yên Yêrêvan-Alîkantê-Yêrêvanê dest pê kirine
05.06.2026, 14:30
Herwiha kontr’ol bike
Close





