Cîhan

K’itêba xudanên îsraêlî, ya derheqa k’omkujîya Ermenîda hêrsa prêssa T’irk’îyaê r’akirîye

24-ê nîsana sala 2O19-a k’itêba dîrokzanên Îsraêlî Nênnî Morîs  û Dror Zêyêv ya bi sernavê “K’omkujîya 3O-î sale…” r’onayî dîtîye, derheqa k’îjanêda prêssa T’irk’îyaê nivîsîye. Çapkirina k’itêbêva neşireta ûnîvêrsîtêta Harvardê mijûl bûye. K’itêbêda hatîye dîyarkirinrê,wekî bi fermana împêratorîya osmanî  û K’omara T’irk’îyaê nêzîkî çar mîlîon ermenî, yûnan û asorî  hatine qet’ilkirinê. K’itêb ji sê beşaye. Beşa e’wlinda derheqa qet’ilkirina 2OO h’ezar ermenîyên mesîhîda salên 1894-1896-a hatîye nivîsarê.Beşa dudada derheqa cîşih’tandin û qet’ilkirinên ermenîdane, yên ku salên 1915-a destpê bûne û çawa k’omkujî hatîye naskirinê. Beşa sisîyada derheqa mesîhîyên mayîndane, h’îmlî yûnanada, salên 1919-1922-a. K’itêbêda usa jî derheqa yazîya 25O-î h’ezar asorîyada hatîye nivîsarê. Dîrokzan hatine li ser wê fikirê, wekî qewimandinên  salên 1915- 1916-a bi dokûmêntava ber ç’e’vane, û qet’ilkirinên mîlîon nîvek ermenî hatine naskirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button