Sê prînsîpên sîyasîya Ermenîstanêye der evin: xweserk’arîkirin, h’emermenîtî û hevk’arî. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Zohrab Mnasakanyan wextê berevbûna wek’îlên aparata wezîreta k’arên der û usa jî wek’îltîyên dîplomatîêye li welatên der gotîye. “R’oja îroyîn em sê prînsîpên sîyasîya der pêşda dik’işînin. Xweserk’arîkirin:merk’eza vê prînsîpê ewe, ku p’arastina h’emû welatîyên Ermenîstanê bê mîyaserkirinê. H’emermenîtî: eva him prînsîpe û him jî mecale.Ev prînsîp pêşda ne t’enê çawa merk’eza ermenîya tê dîyarkirinê, lê ji alîyê dîtplomatîyêda Ermenîstan, Arsax û t’emamîya erenîyên dinîyaê pêwîste, çawa alîkî yekbûyî bê h’esabê. Hevk’arî:Ermenîstan hazire t’evî her welatekî hevk’arîya wekehev û k’ardar mîyaserke. Ermenîstanê şuxulk’arîya xweye bona aşîtî, bêqezîyabûn û pêşdaçûyîna r’êgîonê berdewam bike û bi vî meremî hazire t’evî welatên dost û hevalk’arên mayîn hevk’arîyê bike”,-Mnasakanyan gotîye.
Gotarên eynî
Di çarçoveya fêstîvala kurtefîlmên navneteweyîye 24 emîn ya “kadirek” ê de 109 fîlm wê bên nîşandayîn
05.06.2026, 15:25
«FlyOne Armenia» ê geştên xwe yên hewayî yên Yêrêvan-Alîkantê-Yêrêvanê dest pê kirine
05.06.2026, 14:30
Herwiha kontr’ol bike
Close





