SerekeSîyasî

ŞAY înk’ar kirîye wekî ew t’evî êrîşên li ser r’ezedilvanên şih’îyaye li Îraqê bûye

Wezîreta ŞAY-ye p’arastinê înk’ar kirîye,wekî wana êrîş birîye li ser r’ezedilvanên şih’îyaye li Îraqê. Derheqa wê yekêda wek’îlê Pêntagonêyî r’esmî Conat’an Hofman e’lam kirîye. Em bêjin,wekî r’oja şemîyê li Ambarê, nava encamên êrîşa aparata bêpîlotda endamekî H’eşid Aş Şaabîyê hatîye kuştinê û yek jî birîndar bûye. Êrîşên pêşda li ser i’mbarên sîlih’a bûne.Çend fermandarên H’eşid Aş Şaabîyê nava wê yekêda Îsraêl gunek’ar kirine û gotine,wekî ŞAY jî t’evî wê yekê bûye.Wana usa jî gef  xwerine,wekî ewê h’eyfa xwe hildin.Pêntagonê jî e’lam kirîye,wekî ew qedirê serbestîya Îraqê digre û Waşîngton dijî h’emû kirinên wî cûr’eîye, r’ûê çida li Îraqê zordarî tê mîyaserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button