CîhanSereke

Mafê xweqirarbûna Arsaxê nava hevr’axeberdanada pirsa gotûbêjkirinê nîne: parlamêntvanê parlamênta Avropayê

Li Stêp’anakêrtê îro prêss-konfêransa parlamêntvanê Avropayê Martîn Zonêborn derbaz bûye. Ew vê carê t’evî dêlêgasîya ji 25 merivê hatîye, dik’evine nava k’îjanê r’ojne’mevan, nivîsk’ar, lektor. Nava dêlêgasîyaêda usa jî jina Zonêborn Klaûdîya Tûr- Sargsyane, ya ku fîlmê derheqa Arsaxêda hazir dike.Meremê fîlmê ewe, ku nîşanî dinîyaê bikin,wekî h’emû cudatîyên Arsaxê hene, yên ku bona dewleta serbest pêwîstin. “Ez cara e’wlin li ser xeta pêşin qesidîm, li k’îderê telebextr’a meriv tên kuştinê.Ez paşda veger’ime Bryûsêlê, emê bicêr’ibînin wê pirsê bilindkin. Gerekê bidime k’ifşê,wekî em li virin ku piştgirîyê bidine xweqirarbûna mafê Arsaxê.Ew yek bona me tiştê h’îmdare, yê ku wextê hevr’axeberdana tiştê gotûbêjkirinê nîne”,-parlamênvanê Avropî dawîya seredanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button