Aborî
Ji meha îlonêda bloka stansîya Ermenîstanêye atomîyêye duda wê xebata xwe destpêke
Ji meha îlonêda bloka stansîya Ermenîstanêye atomîyêye duda wê xebata xwe destpêke. Derheqa wê yekêda 3O-ê t’ebaxê serk’arê komîtêya h’elkirina bêqezîyabûna Ermenîstanêye atomîyê Aşot Martîrosyan gotîye. Bi gotina wî ew yek wê piştî lêk’olînên anegorî bêqezîyabûnê biqewime. Xebatên qîmetkirinê bi du êtapava tên mîyaserkirinê.Êtapa e’wlinda heyîna r’êsûrsa atomîyêye bona xebitandina deh sala tê qîmetkirinê.P’ir’anîya xebatê îdî hatîye mîyaserkirinê.