SerekeSîyasî

Me’sûd Barzanî wezîrê Îraqêyî k’arên hundur’ qebûl kirîye

Lîdêrê k’urd û sedirê partîya K’urdistanêyî Dêmokratîk Me’sûd Barzanî li Hewilêrê wezîrê Îraqêyî k’arên hundur’ Yasîn Yaserî qebûl kirîye.Wextê r’asthatinê usa jî wezîrê K’urdistanêyî k’arên hundur’ R’êbar Ah’med  hazir bûye. Fikirên dora qewimandinên li  herêmê hatine p’evguhar’tinê. Barzanî û Yaserî usa jî p’êwendîyên Hewilêrê û Beg’dayê gotûbêj kirine. Xeberdan usa jî derheqa hevk’arîya K’urdistanê û Îraqêye nava şer’k’arîya dijî têr’orîzmê çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button